Li gorî Çînê wê serxwebûna Taywanê bi ser nekeve
Artêşa Çînê li derdora girava Taywanê tetbîqatên leşkerî yên mezin da destpêkirin û Wezareta Karên Derve ya Çînê got, wê serxwebûna Taywanê bi ser nekeve.
Artêşa Çînê li derdora girava Taywanê tetbîqatên leşkerî yên mezin da destpêkirin û Wezareta Karên Derve ya Çînê got, wê serxwebûna Taywanê bi ser nekeve.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Guo Jiakun di civîneke çapemeniyê de avivî û got: "Helwestên bi israr ên rayedarên Taywanî yên têkildarî serxwebûna Taywanê û lêgerînên wan ên serxwebûnê berhewa ne."
'SERXWEBÛNA TAYWANÊ TÊ WATEYA ŞERÎ'
Roja Sêşemê rayedarekî din ê Çînê hişyarî da ku lêgerînên Taywanê yên ji bo serxwebûnê wê rê li ber şerî vekin.
Berdevkê Buroya Karên Têkildarî Taywanê Zhu Fenglian jî di daxuyaniyek de got: "Serxwebûna Taywanê tê wateya şerî û piştevaniya ji bo serxwebûna Taywanê jî berê gelê Taywanê dide şerekî giran."
TETBÎQATÊN MEZIN ÊN LEŞKERÎ
Artêşa Çînê jî ragihand ku wan ji bo tetbîqatên leşkerî yên mezin ên dorpêçkirina giravê hêzên xwe yên bejahî, behrê û hewayî yên li derdora Taywanê seferber kirine.
Taipei jî ragihand ku wan li hemberî vê yekê balafir û keştiyên xwe yên şer şandine û pergala xwe ya mûşekan xistiye dewrê.
Ewlehiya Behrê ya Çînê jî ragihand ku ew li dora Taywanê dewriyeyan pêk tînin.
Partiya Komunîst a Çînê tu caran rêveberiya Taywanê bi dest nexist lê belê îdîa dike ku koma giravan beşeke axa wan e û ji bo bidestxistina kontrola giravan serê li bikaranîna hêza xwe jî dide.
Serokkomarê Taywanê operasyonên Çînê yên leşkerî şermezar kirin û Serokwezîr Cho Jung-tai jî anî ziman ku bikaranîna hêza leşkerî ne li gorî civakên modern û pêşketî ye.