Li Gazzeyê bi hezaran kes li dijî plana îlhakê meşiyan

Li dijî projeya ku DYE amade kiribû û dixwazin Îsraîl Şerîya Rojava îlhak bike, li bajarê Gazzeyê bi hezaran kes daketin kolanan.

Dihate diyarkirin ku wê Îsraîlê projeya îlhakê di 1’ê Tîrmehê de eşkere bikira, lê tê dîtin ku daxuyaniyên fermî hatiye taloqkirin. Li gorî vê projeya ku DYE amade kiriye wê Filîstîneke bêyî leşker were avakirin. Wê bibe dewleteke ku paytexta wê ne Qudûsa Rojhilat e.

Li dijî projeya îlhakê ya ku beşeke girîng a Şerîaya Rojava û Geliyê Urdunê tê de cih digire, li bajarê Gazzeyê bi hezaran kes daketin kolanan.

Berpirsên Hamasê yên vê herêmê jî tevlî meşê bûn.

Beriya vê meşê Hamasê di destê sibehê de ber bi Behra Spî ve 20 roket avêt. Îsraîl ev serê 10 salan e ku li Xeta Gazzeyê ablûkayeke giran dike.

Muzakerevanên Filîstînî Saîb Erekat ji AFP’ê re axivî û got; “Em ê li ser maseya muzakereyê ya îlhakê rûnenên. Ev ne planeke aştiyê ye, ev meşrûkirina dagirkeriyê ye.”