Li selexaneyên li Fransayê jî gelek kes bi vîrûsê ketine

Piştî Elmanyayê li Fransayê jî nexweşên bi vîrûsa koronayê li hin selexeneyan hate dîtin. Hejmara nexweşan zêde dibin.

Nexweşên bi vîrûsa koronayê yên li herêma Bretagneyê ya li bakurêrojavayê Fransasayê li selexenaya şîrketa bi navê Kermenê hatî dîtin zêdetir dibin. Piştî rawestandina xebatên wê encamên testan ku li nav xebatkarên şîrketê hatî kirin duh ji hêla Ajansa Tendiristiyê ya Herêmê (ARS) ve hate aşkerekirin.

Li gorî vê ji 808 testan ku li selexenayê û li beşên din hate kirin 44 testên din jî encamên xwe pozîtîf derketin. Bi vî rengî heta niha 109 weqa hatine testpîtkirin. Îna bihûrî testa 209 xebatkaran hatibû kirin, ji van ên 65'an pozîtîf derketibû.

Rayedaran diyar kirin li ser encamên ku derketine holê ji bo tespît bikin bê ka kesên bi vîrûsê ketine bi kê re têkilî danîne xebat dane destpêkirin û hate diyarkirin ev kes wê 14 rojan di karantînayê de werin hiştin.