Li Fransayê, roja çalakiyê ya li dijî polîtîkayên Macron

Li Fransayê, li dijî polîtîkayên bi kêrî karsazan tê ku hikumet dixwaze bixe meriyetê, gel bi banga sendîkayan cara duyemîn dadikeve kolanan.

Çalakî wê bi banga Konfederasyona Sendîkayan CGT bên lidarxistin û sendîkayên Solîdarîes, FSÛ, FO, CFE-CGC jî piştgiriyê bidin.

Roja 12'ê Îlonê, li zêdeyî 180 bajarî bi beşdariya bi sed hezaran kesî xwepêşandan hatibûn lidarxistin. Tê payin, ku çalakiyên îro bên lidarxistin, hê bi girseyî bin. Lewma li gelek sektoran grev dest pê dike. Li gel xizmeta ragihandinê, ji ber grevên li çapxaneyan, wê beşeke girîng a rojnameyan neyên çapkirin.

Sendîka wê roja Şemiyê jî, bi pêşengiya Jean-Lûc Mêlenchon, bi banga tevgera çep a bi navê France Însoûmîse (Fransaya serî natewîne) çalakiyan li dar bixin.

Sendîka û tevgerên çep li dijî reformên lîberal ên li Qanûna Kar a Serokkomarê nû Emmanûel Macron in. Bi qebûlkirina qanûnê li Meclîsa Neteweyî re, maf ji hikumetê re hatibû dayin ku karibe bi biryarnameyan di vê qanûnê de guhertinan bike. Hikumet wê Qanûna Kar bi rengekî ku bi kêrî karsazan tê û temsîla sendîkayan ji holê radike, biguherîne.

Hikumet pêşniyar dike, ku di nava 5 salan de hejmara karmendan bi 120 hezarî kêm bike, hejmara peymanên kar ên bi desteka dewletê ji 300 hezarî daxîne 150 hezarî, li qadên Saziya Dîtina Kar, avahiyên civakî û ragihandinê bi 16 mîlyar Euroyî teserûfê bike. Sendîka û partiyên çep li dijî van planên hikumetê derdikevin.