Li Fransayê kabîneya nû: Macron xwe nêzî rastgiran kiriye

Li Fransayê piştî guhertina serokwezîr tê dîtin ku di kabîneya nû de xeta Sarkozy derdikeve pêş.

Piştî hilbijartina serokkomariyê ya di sala 2017’an de Edoûard Phîllîpe wezîfedarî serokwezîrtiyê hatibû kirin û 28’ê Hezîranê de piştî ku bû şaredarê Le Havreyê dev ji peywirê berdabû. Serokkomar Emmanûel Macron ji bo vê peywirê Jean Castex peywirdar kirİbû. Castex di hikumetên berê de polîtîkayên lîberal pêk dianî.

Castex duh kabîneya nû pêşkêşî Macron kir û di kabîneyê de tê dîtin ku berpirsê şîddeta di çalakiyên Êlegzeran Chrîstophe Castaner diguhere. Lê Wezîrê Budçeyê Gerard Darmanîn anîn ser peywirê şûna Castaner. Di wezaretên din de jî hin guhertin hate çêkirin.

Li gorî şîroveyên di medyaya Fransayê de li gorî kabîneyên din Macron xwe bêtir nêzî rastgiran kiriye. Di kabîneyê de li gorî hikumetên din, kesên ji kelepora Partiya Sosyalîst hindiktir in.

Rojnameya Le Fîgaro dema hikumeta nû analîz kir, got “Di xeta Macron de hemû rê ber bi Sarkozy ve diçin.” Rojnameyê diyar kir ku di gelek peywirên nû de wezîrên dema Sarkozy û dostên nêz ên Sarkozy cih girtine.

Rojnameya Le Monde jî diyar kir ku di hikumetê de hin surprîz hate kirin, tevî rastgiriyeke xurt guherîneke mezin pêk nehat. Le Mondeyê bal kişand ser vî tiştî ku Macronîzm xwe bêtir nêzî rastgiriyê kiriye.