Li Fransayê di çalakiyên dijî Cihûyan de heta niha 600 kes hatine binçavkirin

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanîn ragihand ku ji 7’ê Cotmehê dema destpêkirina Şerê Îsraîl–Hamasê û vir ve 1500 çalakiyên li dijî Cihûyan hatine lidarxistin û nêzîkî 600 kesî hatine binçavkirin.

Wezîr Gerald Darmanînê roja Sêşemê ji qenala Cnewsê re axivî û got: "Ji 7’ê Cotmehê heya niha 1518 çalakiyên antîsemîtîk pêk hatine û nêzîkî 600 kesî hatine binçavkirin."

Wezîr Gerald axaftina xwe wiha domand: "Ev bi piranî heqaret û gotinên biçûkxistinê ne, lê belê êrîş jî pêk hatine."

Li gorî nûçeya AFP’yê, çavkaniyên wezîrtiyê diyar dikin ku ji ber van 'çalakiyan' 571 kes hatine binçavkirin. Derdora 120 û 130 kesên hatine binçavkirin biyanî ne û hê jî nêzîkî 100 kesî li nezaretan tên girtin.

Seroka Meclisa Neteweyî Yael Braun– Pîvet di daxuyaniya xwe roja Duşemê de anî ziman ku ew sedemên vê antîsemîtîzmê nizanin. Li gel vê yekê Wezîrê Karên Hundir got, antîsemîtîzmeke ji ber 'çepgir û rastgirên tund','Îslama tundraw' û 'dijberiya sîyonîzmê' li holê ye. 

GOTINÊN LI DIJÎ ÎSLAMÊ ZÊDE BÛN 

Gerald Darmanin got, hejmara çalakiyên li dijî Îslamê jî zêde bûne û wiha dewam kir:"Lê ev ne di wê astê de ye ku em ji hêla antî-semîtîzmê ve bibînin."

Wezîr got, "Gelek gotinên dij-Îslamî hene ku tê de gefên kuştinê, mizgeft û bernameyên televîzyonê yên gefên êrîşê li wan tên xwarin." Û ew ê serî li Arcomê  (Heyeta Venêrîna Medyayê) yan jî mehkemeyan bidin.

Li gorî medyaya Fransî ji 7’ê Cotmehê heya niha 330 lêpirsîn derbarê çalakiyên li dijî cihûyan û 'pesnê terorê dide' hatine destpêkirin.