Li Fransayê dersînorkirina îmamê ku li dijî jinan ‘peyamên cudakariyê’ da

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê ragihand ku li herêma Aube’yê ‘îmamekî radîkal’ wê were dersînorkirin. Wezîr bi taybetî îdîa dike ku îmam li dijî jinan ‘peyamên cudakariyê’ daye.

Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin îdîa kir ku “îmamekî radîkal” ê li herêma Aube’yê dijî, bi taybetî weazên cudakariyê li dijî jinan dide. Wezîr ragihand ku îro ji bo were dersînorkirin, hate girtin.

Wezîrê Karên Hundir daxuyanî da Europe 1 û CNews’ê û got: “Me vê siharê îmamekî radîkal ê ji Senegalê girt û wê îro were dersînorkirin.”

Wezîr Gerald Darmanin ev tişt jî diyar kir: “Ev îmam di weazên xwe de dibêje, jin divê li malê bimînin û divê Misilman nekevin nava mirovên nemisilman. Cihê van mirovan li ser xaka Komarê nîne.”

Polîsek ji AFP’ê re axivî û got: “Îmam vê siharê di saet 7.20’an de li mala xwe hate binçavkirin û birin qereqola polîsan Troyes’ê.”

Polîs ev tişt jî got: “Tê payîn îro li ser Roissy’ê were dersînorkirin.”

BI QANÛNA KOÇBERIYÊ YA NÛ RE, DI NAVA 24 SAETAN DE DERSÎNORKIRIN

Geral Darmanin diyar kir ku bi qanûneke nû ya koçberiyê û ya li dijî cudakariyê, ew dikarin di nava 24 saetan de ‘îmamên radîkal’ dersînor bikin.