Li Fransayê çepgir bi ser xwe ve hatin, Macron hê jî di xetereyê de ye

Di tûra pêşîn a hilbijartinên giştî yên Fransayê de koalîsyona Macron bi ferqeke biçûk li pêş e û partiyên çepgir jî ji ber yekîtiyê serkeftin bi dest xistin.

Koalîsyona Ensemble ya ku piştgiriyê dide serokkomar Macron di tûra pêşîn de ji sedî 25,75’ê dengan stend. La France Insoûmîse (LFI), Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Partiya Sosyalîst (PS) û Nûpes a ku koalîsyona partiya ekolojîst EELV e jî sedî 25,66 deng stendin.

Di hilbijartinê de ji sedî 53’ê hilbijêran neçûn ser sindogan.  Di tûra duyemîn de helwesta kesên neçûne ser sindoqan û alîgirên Le Pen a ku rastgirên tund in wê qedera namzetên Ensemble û Nûpesê diyar bike.

Li 500 herêman tifaqa çepgir ma ji tûra duyemîn re. Tifaqa li dora namzetan û kesên neçûne ser sindoqan wê rewşê diyar bike. Ji ber vê tê payîn ku tûra duyemîn xurt derbas bibe. Divê koalîasyona Macron û tifaqa çepgir beriya her tiştî mirovan qanih bike ku biçin ser sindoqan.

Tê payîn ku Macron di parlementoyê de jî hêzêke xurt bi dest bixe. Lê zehmet e wê ji 577 kursiyan 289 kursiyan bi dest bixe. Li gorî texmînan wê Macron ji 255’an heta 295 kursiyan bi dest bixe. Wê Nûpes jî ji 150 heta 210 kursiyan bi dest bixe.

Tifaqa Çepgir diyar kir ku dek û dolab hatine kirin. Li gorî encamên pêşîn tifaqa çepgir di pêş de bû lê bi şev Macron kete pêş.

Partiya Eniya Neteweyî ya ku rastgirên tund e, ji sedî 18,68’ê dengan stend û tê payîn hejmara parlementerên xwe zêde bike. Di sala 2017’an de 8 kursî bi dest xistibû, li gorî saziyên cihê yên anketan dibe ku ji 5’an heta 45 kursiyan bi dest bixin.

 Di hilbijarinê de tifaq çep li welat bû hêza bingehîn.Serokê tifaqÊ Jean-Lûc Melenchon got “Partiya serokkomar têk çû” û banga çûna ser sindoqan kir.