Li Fransayê çalakiya 'lehiya mirovan'

Li dijî polîtîkayên Serokkomariyê Fransayê Macron, zêdeyî 60 sendîka, komele û partiyên Fransayê bi navê 'lehiya mirovan' xwepêşandanên protestoyî organîze kirin. Bi deh hezaran kes tevlî çalakiyan bû nû banga greva giştî hate kirin.

Di serî de paytext Parîs, li 80 bajar û navçeyan çalakî hatin lidarxistin. Sendîka, partî, rêxistinên girseyî, komele û saziyên cuda (La France Insoumise, PCF, EELV, Générations, NPA...CGT, Solidaires, Sud PTT, Unef, Attac, Amis de la terre, Les Mouvement de la paix, Ptb) tevlî çalakiyan bûn.

Girseya gel ji Gare de l'Est a Parîsê dest bi meşê kir û ber bi meydana Bastille meşiya. Di meşê de polîtîkayên Macron hatin şermezarkirin.

Polîsan beriya destpêkirina xwepêşandanê çalakger sax kir û bi hinceta ku kincê reş û maske bi wan re ye 24 kes destgîr kirin.

Çalakgeran mijarên; reforma zanîngehê, guhertina statuya karkerên rêyên hesinî, mûçeyên karmendên Air France, qanûna penaberan a nû, êrîşa polîsê ZAD, avêtina mirovan a ji kar û zêdebûna astengiyê li pêşiya alîkariya civakî şermezar kirin. Her wiha xwestin ku Macron ê xwedî van polîtîkayan e, biçe.

Li bajarên Lille, Marsilya, Toulouse û Poitiersê jî çalakiyên girseyî hatin kirin.

Li Nantesê di çalkaiyê de di navbera antî kapîtalîst û polîsan de şer derket.