Li Fransayê bi gumanbariya êrîşa terorîstî 4 zarokên keç hatin girtin

Li Fransayê, duh li gelek bajaran operasyon hatin kirin û 4 zarokên keç hatin girtin. Fikar heye, ku ev her çar zarokên keç plan dikirin, li welêt êrîşeke terorîstî bikin.

Li bajarên Haût-Rhîn, Oîse û Seîne-et-Marneyê, di operasyonan de 4 gumanbarên emrê wan 14 heta 18 salî ye, hatin binçavkirin.

Operasyon danê sibehê hat kirin. Hat ragihandin, 4 zarokên di operasyonê de hatin girtin, bi rêya bernameyên peyamşandinê yên bi krîpto, tevlî hin sohbetan bûne.

Ev kesên navborî, di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Antî Terorê de hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan, pêwendiya van kesan bi hin selefiyên tund ên ji aliyê îstîxbarata Fransayê ve tên zanîn, heye.

Di çarçoveya lêpirsînê de wê were lêkolînkirin, bê ev kesên navborî çûne Sûriye û Iraqê yan na û li Fransayê plana êrîşeke terorîstî dikirin an na. Çavkaniyên vê lêpirsînê ragihandin, kesên hatine girtin xwedî 'profîla bi rîsk' in.

Li Fransayê, ku di hedefa çeteyên DAIŞ'ê de ye, di êrîşên 13'ê Mijdara 2015'an de 132 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. 14'ê Tîrmeha 2016'an roja pîrozbahiyên Şoreşa Fransayê jî, çeteyekî bi qemyonê bi ser mirovan ve ajotibû û li vê derê 86 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.