Li Fransayê bi deh hezaran kes daketin qadan: 700 kes hatin destgîrkirin

Li Fransayê ligel ku polîsan tevdîr stendin jî bi deh hezaran kes daketin kolanan û polîtîkayên hikûmetê protesto kirin. 600 kes li Parîsê, li temamî welat jî bi giştî 700 kes hatin destgîrkirin.

Li her dera Fransayê çalakiyên protestoyê tên kirin. Êlek Zer careke din daketin qadan.

Hikûmetê nêzî 89 hezar hêzên ewlehiyên peywirdar kir. Li Parîsê 8 hezar polîs hatin peywirdarkirin û 12 wesayîtên zirxî li dijî çalakgeran hatin bikaranîn.

Li cihên çalakiyan kontrolên mezin hatin kirin. Muze di serî de navendên çandî û mixazeyên mezin hatin girtin. Gelek xwepêşandanên hunerî jî hatin betalkirin.

Li gorî daxuyaniyên hikûmetê li welat 31 hezar Êlek Zer daketin qadan lê hejmara rastîn zêdetir e.

Li gorî emniyetê 700 kes hatine destgîrkirin. Ji nav van kesan 575 kes li Parîsê hatine destgîrkirin.

Çalakiyên di 24’ê Mijdarê û di 1’ê Kanûnê de bêtir li Parîsê hatin kirin. Lê piştre li rojhilat û başûrê Parîsê çalakî hatin lidarxistin û polîsan qada Etoîleyê girtin lê li gelek cihên bajêr çalakî hatin lidarxistin.