Li Fransayê berxwedana Êlegzeran bi ser dikeve

Li Fransayê Êlegzer bi hefteyan ib çalakiyan li dar dixin. Hikumet a ku ji ber çalakiyan ket krîzê, biryara zêdekirina baca sotemeniyê da sekinandin.

Serokwezîr Edoûard Phîlîppe ji bo sekinandina krîza ji ber çalakiyên Êlegzeran wê daxuyaniyê bide ku ew ê bihakirina zama sotemeniyê ya ku ew ê di 1’ê Çileyê de têketa meriyetê bidin sekinandin.

Li gorî medyaya Fransayê wê Serokwezîr vê Sêşemê biryara hikumetê eşkere bike. Bi sekinandina bihakirina sotemeniyê ji bo sekinandina çalakgeran ew ê tevdîrên din jî werin stendin.

Çalakiya Êlegzeran li dijî bihakirina sotemeniyê hatibû destpêkirin. Lê bi vê re nerazîbûnên li dijî polîkayên ku rê li ber neheqiya civakî vedike, her ku çû zêdetir bû. Di çalakiyan de yên roja Şemiyê li Fransayê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.