Li Fransayê, ajokarên qemyonên sotemeniyê di grevê de ne

Li Fransayê, ajokarên qemyonên sotemeniyê, ji bo şermezarkirina şert û mercên xebatê ketin grevê. Di ragihandin, di danûstandinên bi hikumetê re, gav hatiye avêtin.

Sendîkaya Barhilgiriyê CGT diyar kir, li ser greva şeş roj in dewam dike danûstandin bi Wezareta Ragihandinê re hatine kirin û hin gav hatine avêtin.

Hevdîtin, di 31'ê Gulanê êvara Çarşemê pêk hat. Hat ragihandin, dibe ku beriya dawiya hefteyê grev bê qedandin.

Ji ber grevê, li 900 stasyonên li gelemperiya welêt pirsgirêka sotemeniyê rû da. Grevê herî zêde bandor li herêmên Parîs û Roûenê kir. Grev ji aliyê sendîkaya CGT ve hate destpêkirin.

Tê xwestin, ku ajokarên madeyên xetere di qemyonên xwe de hildigirin rojê herî zêde 10 saetan bixebitin, şeş mehan carekê ji aliyê tenduristiyê ve bi taybetî bên kontrolkirin, saetê herî kêm 14 Euro bê dayin û mehekê mûçeyekî zêde were dayin, ku weke 'meha 13'an' tê binavkirin.

Li vê sektorê, xebatkar serê saetê 9 heta 10 Euro digirin û rojê 12 saetan dixebitin.