Li Fransayê Êlek Zer dîsa li kuçeyan in

Îro rojeke zehmet li benda rayedarên Fransî ye. Di serî de li Parîsê li tevahiya welêt Êlek Zer û hawîrdorparêz wê îro li kuçeyan bin.

Êlek Zer xwe hazir dikin ku Şemiya 45'an jî li kuçeyan bin. Hin ji komên Êlek Zeran bang kirin ku li Parîsê kom bibin. Rayedaran gelek stestyonên metroyê girtin. Li geleke qadan çalakî hatin qedexekirin. Hin koman bang kir ku bi hawîrdorparêzan re hevkar bin. Vê jî kir ku rayedar bitirsin ku têkoşînên ji qadên cihê wê bibin yek. Ji berê sibehê ve li Parîsê Êlek Zer komî ser hev dibin.

Hawîrdorparêz bi navê ''Meşa avûhewayê û dada civakî'' saet 13.00'an wê li Parîsê komî ser hev bibin. Organîzator li bendê ne ku gelek kes tevlê bibin. Înê ji bo avûhewayê, bi çarçoweya greva global li Parîsê bi kêmanî 10 hezar kes meşiyabûn.

Bi çarçoweya Roja Mîratê hincet hate nîşandan ku di çalakiyên Êlek Zeran de wê bûyer çêbibin, wê deriyê gelek avaniyan girtî bimînin. Di nav van de Wezareta Dadê û Wezareta Çandiniyê jî hene. Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê jî îsal wê girtî bimîne.

Sendîkaya Karkeran FO jî liş dijî pêşnûmeya reforma malnişînbûnê bang kir ku derkevin kuçeyan.