Li Fîlîpînê lehî rabû: 25 kes mirin

Li Fîlîpînê ji ber lehiyê ku roja Noelê rabû, herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî bîlançoya ku rayedaran vê Çarşemê eşkere kir, li vî welatê ku piraniya şêniyên wê Katolîk e, di felaketên lehiyê de yên roja Noelê rû dan, herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku ji ber barana zêde gund, bajar, rê di nava avê de man, bi deh hezaran kes neçar man malên xwe biterikînin û aktîvîteyên Noelê hatin rawestandin.

Saziya rêveberiya felaketên neteweyî diyar kir ku 81 hezar kes hatin veguhastin.

Tenê li eyaleta Misamis a Rojava û Girava Mindanaoyê herî kêm 13 kes mirin. Aqûbeta 26 kesan jî nayê zanîn. 9 kes birîndar bûn.

Servîsên meteorolojiyê diyar kirin ku li herêmên navendî û başûr ên welêt rojên Çarşem û Pêncşemê wê baran dewam bike.