Li Fîlîpînê karesata bagerê: 133 kes mirin

Li Mîndanao, ku duyemîn mezintirîn girava Fîlîpînê ye, cenazeyên 133 kesan hatin dîtin.

Bagera Tembînê, duh gihîştibû peravên rojhilat ên Girava Mîndanao, ku nifûsa xwe 20 milyon e. Barana zêde rê li ber lehî û şemitîna erdê vekiribû.

Li gorî agahiyên ji aliyê rayedaran ve hatin dayin, tenê ji Çemê Salogê cesedên 36 kesan hatin derxistin. Hat ragihandin ku li nîvgirava Zamboanga jî hin kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bagerê bi taybetê zerareke mezin da derdora abjarê Tûbodê. Gundê bi navê Dalama bi temamî xera bû.

Ji ber bagera Kaî Tak a ku hefteya bihurî li Fîlîpînê rû da 54 kes miribûn, 24 kes jî birÎndar bûbûn.

Li Fîlîpînê ku li rojavayê Okyanûsa Pasîfîk e her sal bi qasî 20 bager radibin.

Sala 2013'an ji ber bagera Haiyanê 7 hezar û 350 kes miribûn û xisareke mezin li gelek bajaran bûbû.