Li Fîlîpînê di şerê şeş rojan de bi qasî 100 kes mirin

Li Fîlîpînê, di şerê şeş rojên dawî de, ku di navbera komek ser bi DAIŞ'ê û hêzên dewletê de diqewime, bi qasî 100 kes mirin. 2 hezar sivîl jî li herêma şer asê mane.

Hêzên çekdar ên Fîlîpînê, bombe li hin taxên li bajarê Marawî barandin, ku ev herêm li bakurrojavayê girava Mîndanao ye. Artêşa Fîlîpînê diyar dike, komên çekdar ên ser bi DAIŞ'ê sivîlan dikujin.

Serokkomarê Fîlîpînê Rodrîgo Dûterte, li Mîndanaoyê, ku duyemîn mezintirîn giravên Fîlîpînê ye, roja Sêşemê rewşa awarte ragihandibû.

Nifûsa bajarê Marawî bi qasî 200 hezar e û piraniya şêniyên vî bajarî herêm terikandiye. Tê gotin, bi qasî 2 hezar sivîl hê jî li herêmên ji aliyê komên çekdar ve hatine dagirkirin asê mane.

Rayedarekî herêmî Zîa Alonto Adîngo ragihand, ku sivîlan bi rêya telefonê mesaj jê re şandine û banga alîkariyê kirine.

Rayedaran dabûn xuyakirin, ku wê roja Şemiyê, roja destpêkê ya meha Remezanê, bomberdûmanê zêde bikin.

Rayedaran gotin, koma navborî li Marawiyê 19 sivîl qetil li zanîngehekê kuştine, ku 3 jê jin in, yek jî zarok e. Ji berdevkên artêşa Fîlîpînê Jo-ar Herrera agahî da AFP'ê û got, "Ev sivîl in, jin in. Ev terorîst li dijî gel in."

Hat ragihandin, ji bilî 19 sivîlên hatin kuştin, di şer de 15 leşker, 2 polîs û ji komên çekdar jî 61 kes mirin e. Di nava şeş rojên dawî de hejmara mirovên ji ber vî şerî jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 97 kes e.