Li Filipînê Bahoza Tramî: 20 kesî jiyana xwe ji dest da
Li Filipînê tîmên rizgarkirinê ragihand ku di encama Bahoza Tramiyê de gelek gun di bin avê de mane û zêdetirî 20 kesî jî jiyana xwe ji dest dane.
Li Filipînê tîmên rizgarkirinê ragihand ku di encama Bahoza Tramiyê de gelek gun di bin avê de mane û zêdetirî 20 kesî jî jiyana xwe ji dest dane.
Tîmên rizgarkirinê dan zanîn ku ew xebatên xwe yên ji bo mexdûrên lehiyê berdewam dikin.
Li gorî serwîsa rewşa hewayê ya neteweyî li herêmê bahoza berbehs wê piştî 12 saetên din bi dawî bibe.
Li tevahiya bakurê Filipînê ji ber bahozê dibistan û saziyên dewletê girtî ne. Rayedarekî dewletê daxuyaniyek da rojnamevanan û di daxuyaniya xwe de ragihand ku li herêma Bicolê 20 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Roja Çarşemê jî ji ber bahozê li welat 32.000 kes ji bo herêmên din hatibûn neqilkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku her sal ji ber bahoz û bayên mezin ên li Filipînê zirarên mezin rû didin û bi dehan kes jî jiyana xwe ji dest didin.