Li Fîlîpînê 28 kes ji ber tayfûna Mangkhûtê mirin

Ji ber tayfûna Mankhûtê ku sibeha Şemiyê gihîşt peravên bakur ên Fîlîpînê û ji ber hêza xwe bi navê "super" tê binavkirin, 28 kes mirin.

Saziya Rêveberî û Kêmkirina Rîskên Afetê ya Neteweyî ya Fîlîpînê (NDRRMC) ragihand ku gelek kes ji ber tayfûnê birîndar bûne. Her wiha diyar kir ku li 40 deverên Cordîllerayê jî erd şemitiye û rayedar hewl didin rêyên hatine girtin vekin.

Tayfûna ku hêza wê pêr 255 saetê kîlometre bû, daket asta; saetê 170 kîlometre.

Navenda Hişyarkirina Tayfûnê ya li Hawaîî ragihandibû ku tayfûna li bakurê Okyanûsa Pasîfîk rû da veguherî tayfûna super ku hêza wê di asta kategoriya 5'an a bagerê de ye.

Ji ber tayfûnê 87 hezar kes ji bo herêmên ewle hatin veguhastin.