Li Fîlîpînan serdegirtina dêrê û rewşa awarte

Li Fîlîpînan, piştî ku koma Ebû Sayyaf a ser bi DAIŞ'ê avêt ser dêrekê û 10 kes dîl girt, li herêmê ji bo 60 rojî rewşa awarte hate ragihandin.

Li Fîlîpînan, rêxistina Ebû Sayyaf ku bîat ji DAIŞ'ê re kiriye, avêt ser dêreke li bajarê Marawî û 10 kes dîl girt. Li ser vê yekê ji bo 60 rojî rewşa awarte hate ragihandin. Aloziya li herêmê dewam dike.

Li gorî agahiyên gihîştine ber dest, çeteyan tevî rahîbeyê dêrê 10 kes dîl girtine û agir berdane xaniyên li derdorê. Rêveberiya Fîlîpînan jî yekîneyên artêşê şand ji herêmê re û dor li bajarê Marawî girt, ku piraniya nifûsa xwe ji Misilmanan pêk tê.

Serokdewletê Fîlîpînan Rodrîgo Dûterte serdana xwe ya li Rûsyayê nîvco hişt û vegeriya welatê xwe. Dûterte ji malpera înternetê ya hikumetê dîmenek weşand û diyar kir, wan li Mîndanao ku bajarê Marawî lê ye, ji bo 60 rojan rewşa awarte ragihandin. Dûterte got, "Eger salekê jî dewam bike, wê dewam bike. Lê eger di nava çend mehan de biqede, ez ê kêfxweş bim."

Li bajarê Marawî yê eyaleta Mîndanao'yê, berê di navbera Misilman û Xiristiyanan de şer derdiket.