Li Fasê lêhî rabû, bi kêmanî 24 kes mirin
Ji ber barana zêde li Fasê ku lêhî rabû li bajarê Tanger li cihekî kar ê qeçax ku li bin erdê bû bi kêmanî 24 kes mirin.
Ji ber barana zêde li Fasê ku lêhî rabû li bajarê Tanger li cihekî kar ê qeçax ku li bin erdê bû bi kêmanî 24 kes mirin.
Li gorî nûçeya Ajansa MAP’ê, li bajarê Tangerê di fabrîqeyeke tekstîlê ya li bin erdê de, ji ber barana zêde bi avê tije bû.
Tîmên rizgariyê ku çûn cihê bûyerê, cenazeyê 24 kesan derxistin, 10 kes jî bi saxî rizgar kirin. Hate ragihandin ku lêgerîna li fabrîqeyê didome.