Li Fasê ji 3 zarokan 2 nikarin bixwînin!

Li gorî rapora Banka Cîhanê, bal kişand ku li Fasê bi milyonan zarokên di dema xwendinê de ji xwendin-nivîsandinê dimînin, ji ber Covîd 19 di perwerdehiyê de pirsgirêkên cidî yên paşvemayînê hene.

Li gorî raporê, li Fasê ya ku ji sala 2019’an ku nufûsa wê 36 milyon e, ji sedî 66’ê zarokên 10 salî nikarin metnekî asayî jî bixwînin. Ev yek jî di navîna welatên Rojhilata Navîn 2,5 pûan û li gorî navîna welatên di koma dahata wê kêmtir 10,7 pûan e.

Lê tevî vê jî li Fasê li gorî sala 2018’an 6,5 li gorî sala 2019’an jî 5,9 asta wê ketiye.

Di raporê de bal tê kişandina ser krîzên perwerdehiyê û daxwaz ji welat hate kirin ku vê rewşê lezgîn çareser bike. Di raporê de hate gotin ku dema ku zarok giha temenê gihayîbûnê di jiyana civakî û aborî de ji bo hê zêdetir bikaribin bijîn, ev yek pêwîst e.

Li Fasê bi taybet ji ber krîza Covîd 19 sîstema perwerdehiyê ya xirab kir ku di astekî cidî de paşve bimîne. Ji ber şewbê li gel 900 hezar zarok û 8 milyon zarokên dibistana seretahî û navîn dixwendin bi kêmanî 3 mehan ji perwerdehiyê dûr manbûn. Li aliyê din 1 milyon xwendekarên zanîngehê jî ji vê yekê bandor bibûn.