Li eyaleteke Brezîlyayê du rojan zêdeyî 50 kes hatin kuştin

Li eyaleta Ceara ya Brezîlyayê di nava du rojan de zêdeyî 50 kes hatin kuştin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Brasîlê ragihand, ji roja Çarşemê saet 06:00 heta roja Înê saet 06:00, li eyaleta Cearayê 51 kes hatin kuştin. Li eyaleta navborî ji destpêka salê ve rojê derdora 6 kes dihatin kuştin, ku hejmara rojên dawî nîşan dide ku bi pênc qatî zêde bûye.

Hikumeta Jaîr Bolsonaro ku yekî rastgir û dijminê jinan e, ji bo pêkanîna ewlekariyê hêzên leşkerî û mûxafizên neteweyî şand herêmê.

Serokkomar Bolsonaro got, "Ev rewşeke cidî ye. Em di nava şerê nava bajaran de ye. Wê demê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê em mirovan bişînin."

Polîsên leşkerî, piştî ku danûstandinên li ser zêdekirina mûçeyan bêencam man, vê hefteyê biryar dabûn ku serî hildin. Li gorî medya xwecihî, herî kêm 10 ji 43 tabûrên polîsên leşkerî yê li eyaletê ji aliyê polîsên bi çek û bi maske ve hatine dorpêçkirin. Tê gotin ku di dema bûyeran de wesayitên polîsan hatine dizîn û li hin navendan xisar bûye.

Roja Çarşemê senatorê çepgiriya navendî Cîd Gomes dema ku xwest greva polîsan a li bajarê Sobral ê eyaletê bi greyderê bi dawî bike, bi çekê birîndar bû. Tê gotin ku rewşa tenduristiyê ya Gomes bi îstiqrar e.

Li eyaleta Cearayê ku nifûsa xwe 8.8 milyon e, komên krîmînal ên ku ji ber tundbûna mercên li girtîgehan nerazî ne zêdeyî 200 carî êriş kirin û vê yekê jiyana li eyaletê tevizand.