Li Ewrûpayê ji ber qirêjiya hewayê 422 hezar kes mirin

Saziya Jîngehê ya Ewrûpayê diyar kir ku li Ewrûpayê 422 hezar kes ji ber qirêjiya partîkulan mirine.

Saziya Jîngehê ya Ewrûpayê rapora xwe ya sala 2018’an eşkere kir. Rapor xwe dispêre daneyên 2500 îstasyonên çavdêriyê yên li Ewrûpayê.

Li gorî saziyê 6 ji sedê nifûsa Yekîtiya Ewrûpayê dikevin bin bandora sînorên partîkulên zêde. Lê heke mirov li gorî daneyên Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê vê meseleyê binirxîne, 74 ji sedê nifûsa li Ewrûpayê dikevin bin bandora partîkulên zêde.

Saziya Jîngehê ya Ewrûpayê got ku, “Vê zêdebûna partîkulan di sala 2015’an de li 41 welatên Ewrûpayê bû sedema 422 hezar kesan. Heke mirov 28 welatên Yekîtiya Ewrûpayê bike krîter, di heman salê de mirinên zû dibe 391 hezar.”

Di raporê de hate diyarkirin ku ji salên 1990’î û vir ve mirinên zû yên ji ber partîkulên zêde, salê nîv mîlyon kêm bûne.

Gerînendeyê Saziyê Hans Brûynînckz got ku, “Qirêjbûna atmosferê kujerekî veşartî ye û ji bo têkoşîna li dijî vî tiştî divê em hewldanên xwe zêdetir bikin.”