Li Ewropayê sînor girtî ne: Ji aliyê aborî ve bi kêrî kê tê?

Di çarçoveya tevdîrên Covîd-19 de Elmanyayê sînorên xwe yên bi gelek welatan re girt. Ji ber sedemên aboriyê tê xwestin ku sînorê xwe ji nû ve veke. Fransa heta niha xwe nade ber vê yekê.

Ji meha Adarê û pê ve di çarçoveya tevdîrên dijî şewba vîrûsa Covîd-19 de li rojavayê Ewropayê sînor hatibûn girtin. Ji bo damezrînerên Yekîtiya Ewropa Elmanya, Fransa û Hollanda, Belçîka, Îtalya û Luksembûrg jî ev yek rewşeke nû bû. Ji ber ku ev welatên ku cîranên hev in, ji bo xebata li welatê hev destûrê didin karkeran.

Girtîmayina sînoran bi du mehan, rêveberên xwecihî dixe nava tirs û fikaran. Fikara herî mezin jî têkildarî aboriyê ye.

Hem di navbera Hollanda û Elmanyayê, hem jî di navbera Elmanya û Fransayê de danûstandinên aborî gelekî girîng e. Bajarên Bas-Rhîn û Haût-Rhîn ên herêma Grad-Est a Fransayê ku cîranê eyaleta Baden-Wurttember a Elmanyayê ye mînaka vê yekê ne.

Ji van du bajaran zêdetirî 50 hezar kesî li Elmanya û Fransayê dixebitin, ku van du bajaran herêma Alsace pêk dianîn û ev herêm 2016'an bi reformeke destûrî dawî lê hat. Piraniya van kesan hê jî diçine ser karê xwe. Di nav van bajaran de ku ser van wilayetan ve ne, bajarên mezin ên weke Strasbûrg û Mahoûse yên li ser sînor û Colmar hene.

Lê mesele bi esasî li Elmanyayê dest pê dike. Ji ber ku ji van du bajarên ku nifûsa wan 1,8 milyon e, bi sed hezaran kes hemû bazara xwe, ji bo ku guncantir e li Elmanyayê dikin. Mînak Kehl am Rheîn nifûsa wê 35 hezar e lê kana sermiyana wan a hemû kargehên bazirganî yên bajêr ji wan mişteriyan e ku ji Strasboûrgê tên.

RêVEBERÊN XWECIH Û PARLAMENTER BANG DIKIN

Sînorên di navbeyna welatên YE'yê de li gel ku qedexeya derketina derve hatiye rakirin jî, wê girtî bimînin. Wezîrê Karê Navxwe yê Elmanyayê Horst Seehofer ragihandibû ne di rojeva wan de ye ku beriya 15'ê Gulanê sînor vebin an jî kontrol werin sistkirin.

Li Elmanyayê li ge gelek partiyên siyasî şaredarên eyaletên ser sînor û parlamenter jî ji vî alî ve zextan zêde dikin. Ji bo kampanyaya ku ji hêla rêveberên xwecih û parlamenterên Fransiz û Elman dane destpêkirin heta niha 400 îmze hatine avêtin.

Her wiha Serokê Eyaleta Nordrheîn-Westfalenê Armîn Laschet jî xwest ku sînorên Hollanda û Belçîka were vekirin.

FRANSA YA BI POZÎSYONEKE BI AVANTAJ E BER PÊ NAYÊ KU SÎNORAN VEKE

Tê zanîn, piştî ku Elmanya Adarê sînorê xwe yê bi Fransayê re girt Fransa ji hêla aborî kete rewşeke bi avantajê. Tê dîtin ku li welêt bi deh hezaran xebatkar diçine ser karên xwe, yên ku li malê dimînin jî bi pergala bêkariya demdemî ya li welatên cîran kêm mexdûr dibin.