Li Ewropayê ji ber sermayê bi dehan kes mirin

Li gelemperiya Ewropayê, serma herî dijwar a sed salên dawî heye. Li gorî tespîtan, heta niha 23 kes ji be sermayê qefilîn û jiyana xwe ji dest dan.

Li Rûsyayê, bajarên mezin jî di nav de asta germê bi 30 pileyî daketiye binê sifirê. Li vî welatî hefteya Noelê ya herî sar a 120 salên tê jiyîn. Li Saînt Petersbûrgê kesek ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da. Li Polonyayê ku asta germê bi 14 pileyan daket binê sifirê, herî kêm 10 kes mirin.

Welatekî din, ku serma yê dijwar e, Îtalya ye. Li vî welatî 7 kes qefilîn û jiyana xwe ji dest dan. Li paytexta Komara Çekê Pragê, 2 jê mirovên bê mal, 3 kes mirin.

Li daristana gundekî li ser sînorê Bûlgarîstan Tirkiyeyê, du penaberên Iraqî yên jiyana xwe ji dest dan, hatin dîtin. Di nava hefteyê de, penaberekî hewl dida ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bibe, qefilî û jiyana xwe j dest da. Li bakurê vî welatî pileya germê bi 15 dereceyan daketiye binê sifirê.

Hat ragihandin, li gundê bi navê La Brevîne yê Swîsreyê germahî bi 29,9 pileyî daketiye binê sifirê. Li hin komunên eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, asta germê bi 26 dereceyî daketiye binê sifirê.

Li gelemperiya Ewropayê ji 1'ê Mijdarê û vir ve ji ber sermê, herî kêm 53 kes mirin. Tê gotin, fikar hene ku ev hejmar zêde bibe.