Li Etîyopyayê di protesto û şeran de herî kêm 239 kes mirin
Li Etîyopyayê piştî kuştina hunermendekî navdar çalakiyê protestoyê hatibû lidarxistin. Hefteya borî di van şer û protestoyan de herî kêm 239 kes mirin.
Li Etîyopyayê piştî kuştina hunermendekî navdar çalakiyê protestoyê hatibû lidarxistin. Hefteya borî di van şer û protestoyan de herî kêm 239 kes mirin.
Piştî qetilkirina hunermend Hachalû Hundessa yê Oromor şer dest pê kir.
Li gorî alîkarê şefê polîsên herêma Oromîayê, “Li herêmê ji ber şeran 9 polîs, 5 endamên milîsan û 215 kesên sivîl mirine.” Polîsê paytext Addîs Abeba jî diyar kir ku li paytextê ji ber bûyeran 10 kes mirine.
Ev çalakiyên protestoyê û şer piştî qetilkirina hunermend Hachalû Hundessa dest pê kir. Hachalu Hundessa di 29’ê Hezîranê de hatibû qetilkirin.
Alîkarê şefê polîsan diyar kir ku wan heta niha 3500 kes destgîr kirine.