Li Etiyopyayê balafira rêwiyan ket xwarê: Kes bi saxî jê nefilitî

Li Etiyopyayê danê sibehê balafireke rêwiyan ku 157 kes tê debûn kete xwarê. Hate ragihandin ku kes nefilitiye.

Balafira rêwiyan a Ethiopian Airlinesê, ji Addis Abebayê diçû Nairobiyê. Hate ragihandin, balafir çend deqeyan piştî bi hewa ket, kete xwarê.

Medya dewletê Fana Broadcasting Corporate ragihand, ji ber ketina balafirê 149 rêwî û 8 personel mirine. Heta niha li ser qezayê agahî nehatiye dayin.

Ethiopian Airlines mezintirîn şîrketa rêyên hewayî ya Efrîkayê ye. Di navbera salên 2017 û 2018'an de vê şîrketê zêdeyî 10 milyon kes bir û anî û 218 milyon Euro qezenca xwe çêbû.

Di nava şeş mehên dawî de cara duyemîn e ku qezaya Boeing 737 MAX rû dide. Par 29'ê Cotmehê balafireke Lion Air a Endonezyayê bi 189 kesên tê de 13 deqe piştî ku ji balafirgeha Cakartayê rabû ketibû xwarê.