Li Etiyopya Serokê Fermandariya Giştî û payebilindek hatin kuştin

Li eyaleta Amhara ya Etiyopyayê hewldana darbeyê rû da, serokê eyaletê hate kuştin. Piştî çend saetan jî Serokê Fermandariya Giştî ji aliyê parêzvanê xwe ve hate kuştin.

Li gorî daxuyaniya berdevkê Serokwezaretiyê, li eyaleta Amhara ya li bakurê rojava yê Etiyopyayê komek ji komando ya di bin rêveberiya şefê ewlekariyê yê eyaletê de Şemiyê avêt ser civîneke siyasî.

Di êrîşê de serokê herêmê Ambachew Mekonnen û rayedarekî din ê payebilind bi giranî birîndar bûn. Hate ragihandin ku serokê herêmê hatiye kuştin.

Piştî çend saetan jî vê carê Serokê Fermandariya Giştî ya Etiyopyayê Saare Mekonnen ji aliyê parêzvanê xwe ve hate kuştin. Berdevkê Serokwezîr diyar kir ku her du êrîş dibe ku koordîneyî bin.