Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Endonezyayê şewat: Bi dehan keştiyên masîgiran şewitîn

Li girava herî tûrîstîk a Endonezyayê, li bendergeha Baliyê şewat derket. Ji ber şewatê bi dehan keştiyên masîgiran şewitîn.

Şewat li gorî dema herêmê saet 01:55'an dest pê kir û bi lez belav bû. Rayedarên polîsan gotin, şewat bi 40 keştiyan ketine. Hate ragihandin ku ji ber şewatê tiştek bi kesî nehatiye.

Şewat li bendergeha Benoayê ya li nêzî taxa Kûtayê ku cihekî tûrîstîk e, rû da. Li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kir û li gorî texmînên destpêkê şewat ji ber elektrîkê derketiye. Li Endonezyayê şewat gelek caran rû didin. Pîvanên ewlekariyê yên li vî welatî bi giranî ji nedîtî ve tên.