Li Endonezyayê keştî noqî avê bû: Zêdetirî 200 kes winda ne

Hate ragihandin ku li Girava Sûmatra ya Endonezyayê keştî noqî avê bû û zêdetirî 200 kes winda ne.

Keştî şeva Dûşemê li gola Tobayê noqî avê bû. Berpirsan ragihand ku 180 rêwî winda bûn. Tê diyar kirin ku zerengiya keştiyê 3 qat tijî bûye.

Piştî ku keştî noqî bû 18 kes hatin rizgarkirin. Xebatên lêgerînê bi 25 kesên avjenîvan ve  tê birêvebirin.

Gola Toba 100 metre dirêj e, 35 metre fireh e û kûrahiya wê 450 metre ye û di cîhanê de weke gola herî mezin a volkanîk tê zanîn. Di heman demê de gola Toba yek ji cihên girîng e ku turîst serdana wê dikin. Di nava windahiyan de nayê zanin ku biyanî hene yan ne.

Li Endonezyayê qezayên deryayî bê navber çêdibin. Li welat têkiliya bi 17 hezar giravan re bi keştiyan tê kirin. Tevdîrên ewlehiyê kêm in. Hefteya derbasbûyî li nêzî girava Sûlawesî keştiyek noqî avê bûbû û zêdetirî 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.