Li Endonezyayê ferîbot noq bû: Herî kêm 18 kes mirin

Li peravê Cava ya Endonezyayê ferîbotek noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî polîsên Endonezyayê, di keştiyê de zêdeyî 60 kes hebûn. Berdevkê polîsan Frans Barung Mangera diyar kir, ew texmîn dikin ku barê keştiyê gelekî giran bû.

Berdevk got, "Pêleke mezin li keştiyê da û noqî binê avê bû." Keştiya ku bi deh metreyan dirêj e piştî bûyerê ji aliyê masîgiran ve hate dîtin.

Hate ragihandin ku 18 kesan jiyana xwe ji dest dane ku di nava wan de zarok jî hebûn. Li gorî agahiyan 39 kes rizgar bûne, lê 4 kes winda ne. Rayedaran gotin, dibe ku bîlanço girantir bibe ji ber ku rêwiyên keştiyê hemû qeydkirî nebûn.