Li Endonezyayê erdheja bi 7.3 pileyî

Li rojhilatê Endonezyayê bi 7.3 pileyî erdhejekê rû da. Der barê metirsiya rûdana tsûnamiyê de alarm nehate dayin.

Enstîtuya jeofîzîk a Emerîkayê (USGS) ragihand, erdhej li başûrê girava Ambonê bi 208 kîlometreyî li binê kûrahiyê saet 11.53'an rû daye.

Enstîtuya jeofîzîk a Endonezyayê jî diyar kir, şîdeta erdhejê 7.7 pile ye. Li bakurê Awûstralyayê jî mirov bi erdhejê hesiyan. Li gorî medya herêmî gelek otel û firoşgeh hatine valakirin.

Beriya erdheja mezin li herêma Pauayê, bi du sed kîlometreyî li rojavayê bajarê Abepurayê li kûrahiya 10 heta 20 kîlometreyî erdhejên jê biçûktir rû dabûn. Ya herî dijwar jî 6.1 pile bû. Li gorî agahiyên destpêkê tiştek bi kesî nehatiye.

Endonezya ku ji giravan pêk tê li ser sê plakayên mezin ên tektonîk e ku di nava xeleka agir a Pasîfîk de ne. Sala derbasbûyî li Endonezyayê zêdeyî du hezar û pênc sed bûyerên xwezayî rû dabûn.

Sala 2004'an meha Kanûnê li wîlayeta Acehê erdheja bi 9.1 pileyî rû dabû, piştre li Pasîfîkê tsûnamiyeke mezin pêk hatibû û zêdeyî sed û heftê hezar mirovan jiyana xwe ji dest dabûn.