Li Endonezyayê di erdhejê de herî kêm 20 kes mirin

Li Endonezyayê erdhejê li giravên Malûkû da û yek jê pitik herî kêm 20 kes mirin.

Piştî erdheja li giravên Malûkû gelek erdhejên biçûk jî çêbûn.

Berdevkê Ajansa Rêveberiya Karesatan Agûs Wîbowo diyar kir ku di erdhejê de 20 kes mirine û herî kêm 100 kes jî birîndar bûne.

Erdheja Malûkû şîdeta wê 6,5 bû û saet di 08.46’an de pêk hat. 

Endonezyayê 17 hezar girav û giravok hene. Ev welat li ser plakayên tektonîk e û li van giravan nêzî 100 volkan hene.

Di 28’ê Îlona 2018’an de erdhejek çêbûbû û herî kêm 2073 kes miribûn. 5 hezar kes hê jî winda ne.

Di sala 2004’an de jî li nêzî Girava Sûmatra tsûnamî pêk hatibû û herî kêm 220 hezar kes miribûn. Ji nav van 220 hezaran, 168 hezar kes li Endonezyayê miribûn.