Li Elmanyayê zanyarên ku êşê bi meymûnan didin kişandin

Li Elmanyayê derbarê sê zanyarên ku li labaratûvaran li hovîtî li meymûnan dikirin, lêpirsîn hate destpêkirin.

Li labaratûvareke Tubîngenê sê zanyarên ku pisporên sîbernetîkê ne, bi sedema ku bi derengî dawî li ceribandinê anîne û êşên mayînde bi heywanan dane jiyîn, hatin sûcdarkirin. Dozgerê herêmî daxuyanî da.

Dozgeriyê diyar kir, dibe ku cezayê pereyan li lêkolîneran were birîn. Pêkanînên hovîtiyê yên li ser heywanan, li Elmanyayê li gorî mijarê heta 3 salan cezayê girtîgehê jî tê dayîn.

Di rewşa heyî de, ceribandinên li ser meymûnan ji aliyê rayedaran hatibû erêkirin lê heke heywan biêşiyana, divê ev pêkanîn bihata sekinandin.