Elman naxwazin alîkariya darayî bidin Tirkiyeyê

Ti partiyên siyasî û raya giştî ya Elman heta niha destek nedaye pêşniyara ji bo alîkariya darayî ya ji bo Tirkiyeyê. Lê Îlonê di navbeyna du welatan de wê danûstandinek dest pê bike.

Lîdera Partiya Demokrat a Sosyal (SPD) Andrea Nahles, ku SPD hevkarê koalîsyonê ye, ew pêşniyara ku alîkariya darayî bi  Tirkiyê re bikin danîbû holê.

Li ser vê babetê nîqaş hê didomin. Heta niha kes li pêşniyarê xwedî derneketiye. Serokê Koma Meclîsê ya Elman a partiyên Yekîtiya Xiristiyan (CDU/CSU) Volker Kauder ji ajansa nûçeyan a Elman dpa’yê re axivî û ev pêşniyar red kir.

Kauder got her çendî têkiliyên bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re ne baş bin jî Elmanya alîgirê Tirkiyeyeke xurt e lê li gel vê jî ew wê derfet û hewcehiyê nabînin ku desteka darayî li Tirkiyê bikin. Kauder fikrên bi vê çarçoweyê ‘bi temamî ne di cih de’ dît.

Kauder got jêderên arîşeyên Tirkiyê Tirkiye ye û got cihê ku arîşe divê lê çareser bibin jî Tirkiye ye.

Kauder got ji bo vê jî, Tirkiye ‘divê dîsa xwe bi rengê dewleta hiqûqê bibîne’.

Lîdera SPD’ê Andrea Nahles jî Çarşemê ji rojnameya Passauer Neue Presse re axivîbû û pêşniyara ‘alîkariya darayî’ kiribû. Serokwezîr Angela Merkel jî xwedî li vê pêşniyarê derneketibû. Her wiha partiyên muxalefetê jî pêşî li vê pêşniyarê derneketibûn.

Endamê  berpirsê ê ji budçeyan ê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) û her wiha endamê Yekîtiya Demokratîk a Xiristiyanan (CDU) Gunther Oettînger got ji bûdçeya YE’yê wê destekê nedin Tirkiyeyê û ÎMF destnîşan kiribû.

RAYA GIŞTÎ LI DIJÎ FIKRA ALÎKARIYA DARAYÎ YE

Raya giştî ya Elman jî fikra alîkariya darayî ya ji bo Tirkiyê rast nabînin. Li gorî ankêteke ku şîrketa lêkolînê Înfaratest Dîmap a televizyona dewletê ARD’ê kirî, 72 ji 100’î yê Elman li dijî alîkariya darayî ne.

Ankêta ku şîrketa rojnameya Dîe Welet, Cîvey kirî jî gihaştibû heman encamê. Li gorî ankêta ku Sêşemê hatî kirin 71 ji 100’î yê Elman li dij vê alîkariyê ne.

DI XETA BERLÎN-ENQERÊ DE WÊ DANÛSTANDIN ZÊDE BIBIN

Li gel vê jî têkiliyên di navbeyna hikûmeta Elman û rejîma Erdogan de didomin. Li gorî DW’yê Îlonê wê serdana hev bikin.

Tê payin ku Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Heîko Maas 5-6’ê Îlonê serdana  Tirkiyê bike.

Li gel vê tê payin ku wezîrê darayî yê du welatan 21’ê Îlnonê werin cem hev û her wiha tê gotin piştî vê bi heftiyê 28-29’ê Îlonê Erdogan wê biçe Berlînê. Dîsa tê plankirin ku Wezîrê Aboriyê yê Elman Peter Altmaîr Cotmehê bi şandeyeke karsazan seriyekî bide Tirkiyê.