Li Elmanyayê nîjadperest û komên çepgir bi hev ketin

Li bajarê Chemnîtz ê li rojhilatê ELmanyayê, şerekî dijwar di navbera rastgirên tund û komên çep de qewimî. Di şer de gelek kes birîndar bûn.

Li bajarê Chemnîtzê dawiya hefteyekê du kesên ji Sûriye û Iraqê kêr li Elmanekî xistibûn û rastgirên tund jî ev yek ji bo xwe kirin firsend û bi gotinên nîjadperestî daketin qadan. Bi hezaran çepgiran jî li dijî nîjadperestan xwepêşandan li dar xistin.

Di dema xwepêşandanê de di navbera çepgiran û nîjadperestan de şer derket. Di xwepêşandana endamên Tevgera Pro Chemnîzt a nîjadperest de ku zêdeyî 2 hezar kes tevlî bûn, nîşaneya Nazî hate kirin. Polîsan pêşî li xwepêşandana nîjadperestan girtin.

Zêdeyî hezar çepgir jî li dijî nîjadperestan daketin qadan. Di navbera her du komên dijber de şer derket. Polîsên Chemnîtzê ragihandin ku gelek kes ji her du aliyan birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyan.

Roja Şemiyê li bajarê Chemnîtzê di şerekî de hate îdîakirin ku Elmanekî 35 salî ji aliyê du koçberên ji Sûriye û Iraqê ve hatine kuştin. Dozgeriyê li ser her du koçberan dest bi lêpirsînê kir. Şeva Yekşemê, alîgirên tîma Chemnîtzer FC bi beşdariya hezar kesî xwepêşandanek li dar xistibûn.

Nîjadperestan di dema xwepêşandanê de êrîş biribûn ser gelek koçberan û polîsan.