Li Elmanyayê, newekheviya heqdestên karkeran zêde bûye

Li Elmanyayê, ku ji salên 2000'î û vir ve polîtîkayên Agenda-2010 ên di çarçoveya karsazan de tên meşandin, newekheviya hatineyan a karkeran zêde bûye.

Li gorî analîzek ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Aboriyê ya Elmanyayê (DIW) ve hate weşandin, yekane koma karkeran a di nava deh salên dawî de heqdestên wan hatine zêdekirin, xebatkarên ku hatineya wan zêde ye.

Li gorî vê yekê, li nava yek ji sê parên koma karkerên hatineya wan kêm e, ji sala 1998'an û vir ve heqdestên wan nehatiye zêdekirin. Di navbera salên 2012-2015'an de bi 1,4 û 2,2 hate zêdekirin. Di salên dawî de faktora herî girîng a zêdekirina heqdestan, pêkanîna mûçeyên kêmtirîn e ku ji destpêka sala 2015'an û vir ve di meriyetê de ye.

Zêdebûna mûçeyên xebatkarên xwedî hatineyeke di asta navîn de ye, di navbera salên 1995 û 2015'an de, di asta sifirê de ma. Beriya sala 2012'an kêm jî bû bû. Zêdebûna mûçeyên koma karkerên xwedî hatineya navîn, ji sala 2012'an û pê ve hate dîtin. Di salên 2012-2015'an de ji sedî 0,7 hate zêdekirin.

BI TENÊ MÛÇEYÊN KARKERÊN HATINEYA WAN BAŞ E, HATE ZÊDEKIRIN

Li gorî lêkolîna DIW'ê, ji nava salên 2000'î û vir ve li Elmanyayê bêkarî bi rengekî rêk û pêk kêm bû û aborî mezin bû. Lê tenê karkerên xwedî hatineyeke bilind ji vê sûd girtin.

Yek ji sê karkerên xwedî hatineyeke bilind, di navbera salên 1995-2015'an de mûçeyên wan salane ji 0,4 heta 0,5'an hate zêdekirin. Lê belê ev zêdebûn di navbera salên 2012-2015'an de gihîşt asta salane 2,5'an.