Li Elmanyayê li dijî komeleyên ‘Alîgirên Hîzbullah’ê operasyoneke berfireh hat lidarxistin

Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê ragihand ku li heft herêman 54 operasyonên berfireh li dijî komeleyên ku bi gumana piştgiriyê didin Tevgera Şîa a Hizbullah a Lubnanê hat kirin.

Wezîra Karên Hundir Nancy Faeser di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em di serdemeke ku gelek cihû bi taybetî xwe di bin gefan hîs dikin de, rê nadin Propagandaya Îslamî yan jî kampanyayên Antîsemîtî û dij-Îsraîlî.’’

Di çarçoveya operasyonê de "Navenda Îslamî a Hamburgê" (IZH) û pênc rêxistinên din ên ku guman tê kirin bi wê ve girêdayî ne, hatin hedefgirtin.

Elmanyaya ku Hîzbullahê wek "rêxistineka terorê" dibîne, di Nîsana 2020’an de xebatên Hîzbullahê yên li welat qedexe kiribû.

Lêgerîn li 54 malên herêmên cuda yên Elmanyayê pêk hatin. Di daxuyaniya çapemeniyê de hat ragihandin ku xebatên ÎZH'ê bi armanca belavkirina "Konsepta Şoreşgeriyê" ya meleyên Îranê ku "tê gumankirin li dijî Destûra Bingehîn a Elmanyayê ye."

IZH bi taybetî Mizgefta Îmam Elî ya li Hamburgê kontrol dike. Wezareta Karên Hundir diyar kir ku servîsa îstîxbarata navxweyî ya Almanyayê guman dike ku ‘’IZH li ser mizgeft û komeleyan xwedî bandoreke xurt a di asta ku tam bixe destê  xwe de ye.’’

Li gorî Wezaretê, "Di nav vê tevgerê de meylên eşkere yên Antîsemîtî û dij-Îsraîlî hene, ku ew jî bi rêya kanalên medyayî yên cuda têne belavkirin."

Dema ku Serokwezîrê Elman Olaf Scholz hefteyekê berê 85’emîn salvegera komkujiya Nazî ya Kristallnachtê bi bîr anî, wî soz da ku ew ê cihûyên li Elmanyayê  biparêzin û lê zêde kir ku  ji 7’ê Cotmeha destpêka şerê Îsraîl û Hamasê heya niha çalakîyên antî-semîtî ji nû ve zindî dibin.

Elmanya û gelek welatên din difikirin ku şerê li Rojhilata Navîn bi taybetî jî  bi rêya Hizbullaha Lubnanî dibe ku careke din zêde bibin.