Li Elmanyayê krîzeke siyasî rû daye

Ji sala 1949'an û vir ve cara yekê ye rewşeke bi vî rengî rû daye. Piştî ku danûstandinên ji bo avakirina koalîsyonê têk çûn, krîzeke siyasî der bû. Lîderên partiyan û serokkomar, li ser hilbijartineke pêşwext an jî hikumeteke hindikahiyan li hev nakin.

Piştî hilbijartina 24'ê Îlonê Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU), Partiya Demokratên Azad (FDP) û Partiya Keskan ji bo avakirina hikumeta bi navê "Jamaîka" dest bi danûstandinan kirin. Lê belê FDP'ê êvarê Yekşemê xwe bi rengekî "surprîz" ji danûstandinan vekişand.

Lîberalan ji bo sedema vê vekişînê got, di gelek mijaran de nekarîn li hev bikin. Partiyên navborî bi taybetî di mijarên penaberan, germahiya global û enerjiyê de li hev nedikirin. CDU û Partiya Keskan, bêyî FDP'ê ji bo avkairina hikumetê xwedî hejmareke têrker a parlamenteran nîne.

Partiya Sosyal Demokratan (SPD) ku di hilbijartinê de bû partiya duyemîn, hê di êvara hilbijartinê de eşkere kiribû ku ew ê êdî bi Merkel re di heman hikumetê de cih negirin. Lîderê SPD'ê Schûlz duh daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku ew di vê biryara xwe de bi israr in. Ev yek rewşeke nû ye ku di dîroka nêz a Elmanyayê de rû dide. Welat ti carî bê hikumet nema bû û bi rê û rêbazekê hikumetên koalîsyonê ava bûbûn.

Dema ku li rewşa heyî ya Meclîsa Federal bê temaşekirin, partiya rastgir a tund Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) û Partiya Çep dimîne. Merkel hê di roja destpêkê de gotibû "Em ê bi ti awayî bi van her du partiyan re li dora maseyekê rûnenên" û bi vî rengî deriyê xwe li van partiyan girtibû. Du dibetî li holê dimîne; ya hilbijartina pêşwext, ya jî hikumeteke hindikahî ya bi lîderiya Merkel.

SEROKKOMAR NE ALÎGIRÊ HILBIJARTINA PÊŞWEXT E

Lê belê Serokkomar Frank-Walter Steînmeîer bang li partiyên tevlî danûstandinên koalîsyonê bûne kir û ji wan xwest, careke din bifikirin. Steînmeîer işaret bi diyalog navbera partiyan kir û destnîşan kir ku di rewşa heyî de ragihandina hilbijartina pêşwext nepêkan e.

Serokkomar ji partiyên hatine hilbijartin xwest bi erk û berpirsyarî rabin. Siyasetmedara Demokratên Xiristyan Merkel bi bayê bezê daxuyaniyek da û diyar kir ku di hilbijartineke pêşwext de ew dîsa namzeta partiya xwe ya ji bo serokwezaretiyê ye. Balkêş e Merkel piştî vê daxuyaniya xwe bi Steînmeîer re rûnişt.

Berevajî helwesta Merkel, lîderê SPD'ê Martîn Schûlz ragihand ku eger partiya wî destnîşan bike wê hingî namzetiya xwe diyar bike. Ji bo guhertina rêveçûna nebaç a SPD'ê bi çavê 'rizgarker' li Schûlz hatibû temaşekirin, lê belê Schûlz performanseke ku jê dihate hêvîkirin nekarîbû nîşan bide. Tê gotin, hilbijaritneke nû wê ji bo SPD'ê ya ku dengê xwe ji sedî 22 ye, qet nebaş be. Tê texmînkirin ku ji ber welat bê hikumet hiştiye, hilbijêr wê SPD'ê ceza bike.

PIRANIYA ELMANAN DAXWAZA HILBIJARTINA PÊŞWEXT DIKE

Lê belê piraniya Elmanan ji niha ve daxwaza hilbijartina pêşwext dikin. Li gorî anketeke dawî ya ji aliyê qenala televîzyonê ARD'ê ve hate kirin, rêjeya mirovên dixwazin hilbijartina pêşwext were kirin 63 ji sedî ye. 57 ji sedî yên beşdarên anketê jî ji ber avanebûna koalîsyona navbera CDU, FDP û Partiya Keskan xemgîn in.

Partiya Çep jî daxwaza hilbijartina pêşwext dike. Hevseroka Partiya Çep Katja Kîppîng diyar kir ku hilbijartina pêşwext parçeyek ji demokrasiyê ye û got, "Dema destpêkeke nû hatiye." Rêveberên Partiya Çep her wiha gotin ku deriyê wan li koalîsyoneke bi SPD û Partiya Keskan re vekirî ye.

Di rewşa heyî de, dibetiya avakirina hikumeteke bi navê "sor-sor-kesk" qels e. Wekî din, li gorî qanûnên Elman, pêkanîna hilbijartina pêşwext karekî hêsan nîne. Pêwîste di destpêkê de Serokkomar ji bo Serokwezaretiyê namzetekê/î nîşan bide. Eger nîvê vê meclîsê vî navî erê neke, hingî partî li ser navekî hevpar li hev dikin û dengdan ji nû ve li ser tê kirin.

Piştî ku Serokwezîra/ê nû hate hilbijartin, du rê derdikeve pêşiya Serokkomar; ya wê vê şexsî weke serokwezîra/ê hikumeta hindikahî wezîfedar bike, ya jî ji bo hilbijartina pêşwext meclîsê betal bike. Merkel jî ji niha ve deriyê partiya xwe li hikumeta hindikahî girt. Merkel anî ziman ku Elmanya welatekî stabîl e û got, "Welatekî bi vî rengî ancax bi hikumeteke stabîl dikare were birêvebirin."

Li gorî hemû nîqaşên tên kirin û dibetiyên li holê, bal li ser her sê lîderan e. Ya Serokkomar Steînmeîer wê ji bo hilbijartina pêşwext îqna bibe, ya Merkel wê ji bo hikumeta hindikahî bêje 'erê', ya jî lîderê SPD'ê Schûlz wê bêje 'Em ê bi Merkel re bimeşin'.