Li Elmanyayê kontrolên kêfî yên polîsan: Seehofer lêkolîn nake

Tevî ku Wezîrê Karên Hundir înkar dike jî tê gotin ku li Elmanyayê kontrola li ser mirovan a ji ber qewm û rengê xwe zêde bûye.

Li Elmanyayê ku mehên dawî hebûna sempatîzanên partiya rastgiriya tund Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) a li nava polîsan tê nîqaşkirin, tê gotin ku kontrolên kêfî yên polîsan zêde bûne. Piştî rexneyên gelek şahidan û rêxistinên civakî yên sivîl, Komîsyona Yekîtiya Ewropayê xwestibû ku bi lêkolîneke zanistî ya saziyeke serbixwe, kiryarên polîsan bên lêkolîn.

LI GORÎ SEEHOFER KONTROLÊN KÊFÎ NÎNE; QEDEXE YE!

Tevî rexneyan jî Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer di vê mijarê de bi biryardarî destûrê nade ku lêkolîneke serbixwe bê kirin. Endamê Partiya Yekîtiya Sosyal a Xiristiyan (CSU) Seehofer got, "Kontrolên kêfî yên li gorî qewmê mirovan li Elmanyayê qedexe ye" û îdîa kir ku di vê mijarê de pêwîstî bi lêkolînekê nîne.

NERAZÎBÛNÊN ÎRONÎK HATIN NÎŞANDAN

Li hemberî vê îdîaya Seehofer, tevî hevkarê din ê desthilatdariyê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ji nava polîsan jî nerazîbûn hate nîşandan.

Ji alîkarên serokê SPD'ê Kevîn Kuhnert ji rojnameya Suddeutsche Zeîtûngê re axivî û got, "Em radarên li ser rê hemûyan rakin, ji xwe leza gelekî zêde qedexe ye. Nedayina bacê jî qedexe ye, wê demê pêwîstî pê nîne ku bi pey kesên bacê nadin bikevin."

POLÎSAN JÎ NERAZÎBÛN NÎŞAN DAN

Nûnerên polîsan jî nerazîbûn nîşanî Seehofer dan. Di daxuyaniya sendîkaya bi navê Federasyona Karmendên Polîsan a Krîmînal de hate gotin, "Piştgiriyeke şaş dide polîsan. Mîna ku tiştekî veşartî heye tevdigere û nîşaneyên bi vî rengî dide."

Partiya rastgiriya tund AfD'ê piştgirî da Seehofer.