Li Elmanyayê hemşîreyekî kevn li 100 cînayetan mikur hat

Li Elmanyayê doza hemşîre Nîels Hogel hate destpêkirin. Hogel li xwe mikur hat ku wî 100 nexweş kuştiye, lê li gorî texmînan hejmara rastîn zêdetir e.

Li Elmanyayê, piştî şer ev doz, bi navê doza herî giran tê nirxandin. Doz li Oldenbûrgê dest pê kir û di dozê de Nîels Hogel rûyê xwe pêçand. Di dozê de Hogel li îddîanameyê û navê 100 kesan guhdarî kir ên ku wî ew kuştibûn. Xizmên cangoriyan jî tevlî dozê bûn. Hemû jî dixwazin ku edalet pêk were û vî hemşîreyî çawa ev cînayet kirine.

Hogel ê ku 41 salî ye, berê jî ji ber şeş cînayetan cezayê girtîgehê yê muebbet lê hatibû birrîn. Hogel di navbera salên 2000 û 2005’an de dema ku li nexweşxaneyan dixebitî, ev cînayet pêk anî.

Kalikê cangoriyekî Chrîstîan Marbach ji AFP’ê re axivî û got ku, “Hemû belge li holê ne, her tişt tê zanîn.” Marbach diyar dike ji bo wî tişta girîng bicihanîna edaletê ye.

Li gorî îddîanameyê Hogel di pênc salan de, li nexweşxaneya Oldenbûrgê û li ya Delmenhorstê derman daye nexweşan û kiriye ku nexweş krîza dil derbas bikin. Hogel piştre jî xwestiye ku van nexweşan rizgar bike.

Hogel tu caran poşmaniya xwe diyar nekir. Li gorî girtiyên bi wî re mane, Hogel pesnê xwe dida ku piştî şer, ew sûcdarê herî mezin e.

Doz li ser 100 cînayetan dimeşe. Ev cînayet 64 jê li Delmenhorstê û 36 jê jî li Oldenbûrgê hatine kirin. Hogel hê li hemû cînayetan mikur nehatiye. Kesên ku lêpirsînê dikin, diyar dikin ku hejmara rastîn li ser 200’î ye lê ji ber ku cenazeyê gelek cangoriyan piştî şewitandinê hatiye veşartin, îspatkirina vî tiştî ne hêsan e.

Hogel di sala 2005’an de dema ku maddeyeke biyan enjekteyî nexweşekî dikir, hatibû zeftkirin û di sala 2008’an de 7 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birrîn. Ji ber zextên xizmên wî di sala 2014-2015’an de pênc cînayetên din qebûl kir û vê carê cezayê muebbet lê hate birrîn. Piştre jî 30 cînayet ji psîkyatrîstê re xwe got û lêpirsîn berfirehtir bû û li ser 134 cenazeyan lêkolîn hate kirin.

Ligel ku ev qasî zêde kes hatine kuştin, cihê gumanê ye ku berpirsên nexweşxaneyan çawa ev kuştin nedane sekinandin. Dema ku doz bi dawî bibe, wê li xebatkarên nexweşxaneyê û berpirsan jî were guhdarîkirin.