Li Elmanyayê êrîşeke din hate kirin

Piştî ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan gef xwar, li Elmanyayê êrîş li pey hev tê kirin.

Li bajarê Konstanz ê Elmanyayê, li dîskotekekê êrîşeke çekdarî hate kirin. Li gorî daxuyaniya polîsê eyaleta Baden-Wurttembergê, kesekî 34 salî, saet di 04:30 de gule li mirovên li dora dîskotekê reşandiye. Kesek li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Kesê ku êrîşî dîskotekê kir, piştre bi polîs re şer kir. Êrîşkarê ku li vir birîndar bû, li nexweşxaneyê mir. Hat gotin, polîsek jî di vî şerî de birîndar bûye, lê birîna wî ne giran e.

Li ser nasnameya êrîşkar heta niha daxuyanî nehatiye dayin.

Duh êvarê jî li Hambûrgê êrîşek hatibû kirin û kesekî jiyana xwe ji dest da bû, 6 kes jî birîndar bû bûn.