Li Elmanyayê êrîşa sîber a ji Rûsyayê

Tê gotin, li dijî kompûterên artêşê û endamên Meclîsa Federal a Elmanyayê, êrîşeke mezin a  sîber ji îstîxbarata Rûs hatiye kirin.

Li gorî îdîaya kovara Der Spîegelê, li dijî gelek saziyên li Elmanyayê êrîşa sîber hatiye kirin. Hate gotin, êrîş li dijî endamên Meclîsa Federal (Bûndestag) û artêşa Elman (Bûndeswehr) hatiye kirin û ev êrîş bi rêxistinên îstîxbarata Rûs ve eleqedar in.

Li gorî nûçeyê, Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Federal (BfV) di çarçoveya êrîşên sîber ên bi navê 'Snake' de karekî berfireh hatiye kirin û hatiye tespîtkirin ku gelek êrîşên din ên sîber hatine kirin. Di nûçeyê de hate îdîakirin, armanca êrîşan saziyên dewletê û qada siyasetê bû.

Li gorî îdîayê, di êrîşên sîber ên îstîxbarata Rûs de, ji hesabên e-maîlê yên parlamenterên Bûndestagê wêdetir, hesabên partiyên siyasî yên parlamenteran hatine şikandin. Di nûçeyê de ahte gotin, êrîşên bi navê 'Snake' ji nû ve hatine aktîfkirin û herî dawî 14'ê Mijdarê êrîş hatiye tespîtkirin.

Di nûçeyê de hate gotin, yekîneyên ewlekariyê yên Elman lêkolîn dikin ku bi êrîşa sîber re kîjan agahî hatine dizîn.

Êrîşên bi navê 'Snake' ku navê 'Tûrla' jî lê tê kirin, cara yekemîn destpêka vê salê hatin tespîtkirin û hatibû îdîakirin ku xebatkarên Wezareta Karên Derve jî di nav de agahiyên gelek yekîneyan ahtine dîtin. Hikumeta Rûsyayê ku ji ber êrîşê hate sûcdarkirin, îdîa kir ku ti eleqeya wan bi êrîşa li dijî tevna înternetê ya Meclîsa Federal nîne.