Li Elmanyayê destûr ji Osmaniyan re nehate dayin

Di çalakiyên îsal ên "Cejna Palehiyê" de, ku li bajarê Furth ê Elmanyayê bi rengekî kevneşop tên lidarxistin, cara yekemîn wê alên Osmanî û sirûda "Mehter" lê nebin.

Şaredariya bajêr destnîşan kir, ku ew di qedexekirina sembolên Osmanî de bi biryar in.

Li bajarê Furth ê eyaleta Bayern a Elmanyayê, ev 200 sal in bi rengekî kevneşop di hefteya destpêkê ya meha Cotmehê de bi navê 'Cejna Palehiyê' çalakiyên mezin tên lidarxistin. Ji bo were nîşandan ku bajarê Furth li çandên cîhanê vekiriye, destûr tê dayin ku komên biyanî jî di merasîma derbasbûnê de amade bin.

Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karên Diyanetê (DÎTÎB) ku şaxê desthilatdariya AKP'ê yê li Elmanyayê ye û komeleyên neteweperest ên Tirk, ev 4 sal in bi alên Osmanî û sirûda 'Mehter' tevlî merasîmê dibin. Lê belê Şaredariya bajêr ku 'Cejna Palehiyê organîze dike, meha Çileyê eşkere kir ku wê di bernameya çalakiyê de destûrê nedin derbasbûna Osmaniyan.

ŞAREDARÎ DI QEDEXEKIRINÊ DE BI BIRYAR E

Şaredariya bajarê Furthê îtirazên komeleyên Tirkan nirxand û eşkere kir ku ew di qedexekirina sembolên Osmanî de bi biryar in. Di biryara şaredariyê de hat destnîşankirin ku alên Osmanî yên ji 3 heyvan, tê wateya banga li şer.

Beriya niha li Awûstûryayê jî, hin rêveberiyên herêmî û şaredariyan qedexe kiribûn û biryar dabûn, ku ala Osmanî bi rengekî ku ji derve neyê dîtin li paceyan û dîwaran neyê daliqandin.