Li Elmanyayê ciwan dengê xwe nadin desthilatdariyê

Li gorî anketeke li Elmanyayê hate amadekirin, partiyên desthilatdariyê tenê di nava kesên ku temenê wan 65 derbas kiriye dengên hilbijêran digirin. Lê belê di nava ciwanan de 1 ji 3’an jî dengan nagirin. 

Li Elmanyayê, şîrketa bi navê Civeyê ji Spiegel Online re anketek amade kir. Li gorî vê anketê heke îro hilbijartin pêk were wê partiyên Koalîsyonê Partiyên Yekîtiya Xiristiyanan CDU-CSU û Partiya Demokratên Sosyal (SPD) ji 41 ji sedî yê dengan ancax karibin bigirin. Dengên CDU-CSU’ê 26,5 ji sedî ye û yê SPD tenê 15 ji sedî yê dengan e.

Li gorî heman anketê Partiya Keskan a Elmanyê a mixalefetê (Die Grunen) 19,9 ji sedî di rêza duyemîn de ye. Partiya rastgir a radîkal a Alternatîf ji bo Elmanyaê (AfD) jî 15,9 ji sedî partiya sêyemîne e û ji SPD’ê derbas dike.
Li gorî anketa Spiegel Onlineyê dengê partiya mixalefetê Partiya Azad a Demokrat (FDP) 9,5 ji sedî, Partiya Çep (Die Linke) 9,4 ji sedî deng digirin.

DESTHILATDARÎ TENÊ JI PÎRAN DENG DIGIRE

Di anketê de mijareke din a balê dikêşe jî di derbarê rêjeya dengan a li gorî temen e. Li gorî vê, koalîsyona CDU-CSU di nav kesên ji ser 65 salî 35,7 ji sedî, SPD 18,8 ji sedî deng digire. 

Partiyên desthilatdariyê li tevahiya welêt piraniyê kêmtir dengê kesên temenê wan ciwan werdirin. Di nav hilbijêrên temenê wan 18 û 49 de rêjeya dengên desthilatdariyê tenê 33 ji sedî dimîne. CDU-CSU 19,7 ji sedî rêjeya herî kêm ji hilbijêrên temenê wan 18-29 e werdigirin. SPD jî rêjeya dengê xwe ya herî kêm di nav hilbijêrên temenê wan 11,2 û 40-49 e werdigirin.