Li Elmanyayê bi ser malên jîngehparêzan de hat girtin

Polîsên Elman girt bi ser malên endamên “Nifşê Dawîn’’ de. Nifşê Dawîn kolektîveke jîngehparêz e ku li gelek herêman e.

Li rojhilatê welêt berdevkekê/e Dozgeriya Neûrûppînê da zanîn ku li eyaleta Brandboûrg û gelek eyaletên derdorê, bi ser malan de hatiye girtin.

Hat ragihandin ku bi operasyonê aktîvîstên “Letzte Generation’’ (Nifşê Dawîn) armanc hatine girtin.

Kolektîfa Nifşê Dawîn daxuyanî li ser Twîtterê da, got ku bi sûcdariya “Avakirina rêxistineke sûcan’’ bi ser 11 cihan de hatiye girtin.

Nifşê Dawîn, ev çend meh in ku muzeyan bloke dike. Herî dawî ket pîstên balafirgehê û nehişt ku balafir bifirin. Hat zanîn ku heta bi niha kes nehatiye destgîrkirin.

Berdevka Kollektîvê Carla Hînrîchs, diyar kir ku polîsan dest daye ser kompîturên laptop û telefon û posterên wan û ev bertek nîşan da: “Erê, nihêrtina polîsan li hundirê dolabê tiştekê tirsnak e. Lê hûn dibêjin qey em ê rawestin?’’

Li gor dozgeriyê, lêpirsîn bi çalakiya protestoyî ya rafînereke li Schwedtê (Brandenbûrg) meha Nîsanê dest pê kiriye.

Çînên siyasî yên Elman jî bi çalakiyên Nifşe Dawîn aciz bûn.

Serokwezîrê Olaf Scholz ê demokrat ê civakî ku bi jîngehparêzan re welêt bi rêve dibe, banga “guhertina awayê çalakiyên xwe’’ li aktîvîstan kir.