Li Elmanyayê bi hezaran hawirparêz li dijî komurê ketin nava tevgerê

Li herêma Rûhr a Elmanyayê tevgerekî ne asayî ya hawirdorparêzan heye. Bi hezaran kesên dijberî komurê ji bo beşdarî xwepêşandanê bibin ketin nava tevgerê. Armanca çalakgeran dagirkirina kana madenê ye.

Li Elmanyayê ji îro pê ve heta roja Dûşema bê aktivîstên hawirparêz plan dikin ku kana madenê ya Garzweîlerê dagir bikin. Kana madenê 30 kîlometre ji bajarê Dusseldordê dure. Tesîs li herêmekî ku 100 kîlometre dam hatiye avakirin û kargehekî mezin e. Ji aliyê koma elektirikê ya Elman RWE ve tê rêvebirin.

Bi hezaran hawirparêz li ser banga “Ende Gelände” ketin nava tevegerê û herikîn gundên li derdor. Bi armanca protestokirina kargeha komurê ya li Elmanyayê tê payîn kana madenê ji aliyê bi hezaran kes ve were dagirkirin.

Ende Gelände sala derbasbûyî jî xebatên tesîsekî ya girêdayî RWE’yê dabû sekinandin. Kana madenê ya mijara gotinê gefê li daristana Hambac a li nêzî Kolnê dixwe.

Aktivîst li bendê ne ku komeke din a hawirparêz “Frîdays For Future” roja Înê beşdarî çalakiyan bibin. Frîdays For Future li Aaxhenê ku 50 kîlometre li başûr e plana çalakiyeke din dike.