Sommer: Hikûmeta Elman sixûrtiya MÎT’ê vedişêre

Parlamentera Partiya Çepgir Helîn Evrîm Sommer têkildarî agahî dayîna MÎT’ê ya welatiyên Tirkiyeyê yên li Elmanyayê pêşnûmeyek da hikûmetê. Pêşnûmeya Sommer bi hinceta ‘berjewendiyên dewletê’ bê bersiv hate hiştin.

Parlamentera Partiya Çepgir Helîn Evrîm nerazîbûn nîşanî hinceta ‘berjewendiyên dewletê’ ya hikûmeta Elmanyayê da.

Mehên derbasbûyî li Berlînê polîsekî Elman ku eslê xwe Tirk e beriya serdana Erdogan a li Elmanyayê agahiyên têkildarî welatiyên Tirk ên li Elmanyayê dijîn dabû Teşkîlata Îsxitbareta Mîllî (MÎT). Ev jî bûbû sedama gotubêjan.

Li ser vê Parlamentera Partiya Çepgir (Die Linke) pêşnûmeyek dabû Hikûmeta Federal a Elman. Sommer ji hikûmeta Elman pirsîbû ku li saziyên Elman di navbera salên 2017 û 2018’an de çend bûyerên sîxûrtiyê ji aliyê servîsa veşartî ya Tirk ve çêbûne.

Sektreterê Wezareta Karê Navxweyî ya Elmanyayê yê CDU’yî Gunter Krîngs bi hinceta ‘ji bo parastina berjewendiyên dewletê û agahiyên veşartî yên dewletê’ têkildarî mijarê parvekirina agahiyan red kir.

Parlamentera Partiya Çepgir Helîn Evrîm Sommer ji bo xebatên sîxûrtiyê yên servîsa veşartî ya Tirk di nava saziyên Elman de got, ‘Lerzîder’ û diyar kir ku Hikûmeta Federal a Elman bi gotina ‘berjewendiyên dewletê’ xebatên sixûrtiyê yên servîsa veşartî ya Tirk di nava saziyên Elman de vedişêre û nerazîbûn nîşan dabû.