Li Efxanistanê di sê hefteyan de herî kêm 60 kes mirin

Wezareta Afedê ya Efxanistanê ragihand ku ji ber berf û baranê di sê hefteyên dawî de li Efxanistanê herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevka Wezaretê Canan Sayîk di daxuyaniyekê de got: ‘’Li gorî raporan ji 20’ê Sibatê heya niha ji ber berf û baranê li Efxanistanê 60 kesan jiyana xwe ji dest dane û 23 kes jî birîndar bûne. Her wiha li seranserê Efxanistanê herî kêm 1645 xanî hiweşiyayîne yan jî  zirar dîtine û nêzîkî 178 hezar heywan jî mirine.’’

Di dawiya demsala zivistanê de, li Efxanistanê  ji ber şert û mercên xirab ên hewayê keraset pêk tên û bi taybet jî lehî bandoreke pir xirab li welêt dike.

Li bajarê Heratê ji şeva Duşemê heya niha baran dibare û ji ber barana zêde lehî rabû.

Hate ragihandin ku li navend û navçeyên bajarê Heratê nêzîkî 250 xanî hilweşiyayîne û zeviyên çandiniyê di bin avê de mane. Û heta niha alîkariyên lezgîn ji herêmên ziyandîtî re nehatine kirin, lê belê hewce ye roja Pêncşemê werin kirin.

Li Heratê sê erdhej li pey hev çêbûn û di encamê de 31 hezar xanî hilweşiyan yan jî gelekî zirar dîtine ku mirov nikarin têde bijîn.